Sine; Mistefa Zahêrzihûr piştî danîna barimteyê hat berdan

04:06 - 21 Şibat 2024

Roja Duşemî 30ê Rêbendanê, Mistefa Zahêrzihûr, çalakvanê medenî yê bajarê Sine, piştî danîna barimteyê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin. 
 
Ev çalakvanê medenî di dema binçavkirinê de li mafê hebûna parêzer  hatibû bêparkirin. 
 
 Zahirzihûr roja Sêşemî 24ê Befranbarê bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Mistefa Zahêrzihûr de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.