Merîwan; Binçavkirina Hêmin Nîkpey ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

14:02 - 19 Şibat 2024

Roja Yekşemî 29’ê Rêbendana 1402’an a Rojî, Hêmin Nîkpey yê xelkê gundê “Çor”a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê Nîkpey bêyî ku belgeya dadgehê nîşanî bidin ev navbirî binçav kirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Sine birine. 
 
Hêmin Nîkpey yek ji çalakvanên medenî û jîngehparêzî yê Merîwanê ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî çalakvanê Kurd de tine.