Îdamkirina girtiyekî xelkê Selmasê li Girtîgeha Navendî ya Erdebîlê

11:49 - 19 Şibat 2024

Sibeha roja Duşemî 30’ê Rêbendan a 1402’an a Rojî, girtiyê bi navê “Îrec Pakî” yê xelkê bajarê Selmasê li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîlê hate îdamkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han, 6 salan berî niha bi tohmeta “Kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 
 
Îrac Pakî kurê Hecî Tebrîzî xelkê gundê “Stûnreş”a ser bi bajarê Selmasê bû. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.