Li sînorê Newsûdê ji ber ketina ji bilindahiyê kolberek birîndar bû

00:49 - 19 Şibat 2024

Di heyama çend rojên borî de, kolberekî bi navê “Selman Emîrî” xelkê Merîwanê ji ber ber bûn ji bilindahiyê li sînorê Newsûdê bi giranî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, di vê bûyerê de kolbert bi giranî birîndar bûye. 
 
Ev kolber pêşî ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pawe hatibû veguhastin û piştre jî ji ber giraniya birînan bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê veguhastin. 
 
Heta niha ev kolberê han yekcar neştergerî bûye û bo cara duyem jî li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê diçe neştergeriyê.