Merîwan; Berdewam binçavkirin û nediyarbûna çarenivîsa Delîr Zahidîpûr

10:58 - 2 Şibat 2024

Tevî ku hefteyek bi ser binçavkirina welatiyê bi navê Delîr Zahidîpûr re derbas bûye, lê li derheq çarenivîsa wî de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, ev welatiyê temen 45 salî piştî binçavkirinê, mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re rê nehatiye dayîn. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Delîr Zahidîpûr ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane. 
 
Vê çavkaniya agehdar ragihand: Nezanîna çarenivîsa Delîl Zahidîpûr bûye sedema nîgeraniya malbata wî. 
 
Roja Înê 6`ê Rêbendanê, ev welatiyê Kurd bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li derveyî mala xwe hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin. 
 
Her wiha hêzên ewlehiyê dest danîne ser telefona destan û tirimbîla şexsî ya vî welatî û bi xwe re birin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Zahidîpûr de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.