Sine; Binçavkirina Pêdram Hisên Penahî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

01:06 - 18 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 26`ê Rêbendanê, Pêdram Hisên Penahî welatiyê gundê “Qirûcay” ya ser bi bajarê Dêhgolanê û rûniştiyê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji bo hevdîtina bi malbata Mihemed (Hejîr) Feramerzî girtiyê siyasî yê îdamkirî yê ku bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li yek ji xalên pişkinînê yên navbera Sine û Dêhgolanê de hatiye binçavkirin, çûbû bajarê Dêhgolanê. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq rewş û çarenivîsa Hisên Penahî de ti agahî nehatine bidestxistin.