Li sînorê Pîranşarê bi bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê 2 kolber birîndar bûn

01:05 - 18 Şibat 2024

Êvariya roja Înê 27’ê Rêbendanê 2 kolberên bi navên “Omîd Azerî” kurê Osman xelkê gundê “Girdibask” a ser bi bajarê Pîranşarê û “Seidî Mehmûdî” kurê Omer xelkê gundê “Hengavê” ya ser bi bajarê Pîranşarê bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû.  
 
Bêyî haydarkirinek berê, leşkerên hikûmetê li sînorê “Hacî Omran” a Pîranşarê rasterast gule berdane van her du kolberan. 
 
Ev her du kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî yên bajarê Soran a Herêma Kurdistana Iraqê hatin veguhastin û Seidî Mehmûdî jî ji ber giraniya birîna wî rakirine nexweşxaneya bajarê Hewlêrê.