15 meh bêserşûna Osman Mame ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî yê Bokanê

23:32 - 17 Şibat 2024

Di 28 Rêbendana sala 1402 de, 15 meh bi ser binçavkirin û bêserşûnbûna  Osman Mame, yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî yê xelkê bajarê Bokanê re derbas bûn, heta niha ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin û malbata wî gelek nîgeran in. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kudpayê re ragihandiye; Piştî 15 mehan ji şopandina çendîn car ji aliyê malbatê ve bo dezgehên ewlekarî û dadwerî û heta serkirdayetiyê jî, ku bêbersiv mabûn, di rojên derbasbûyî de, Îdareya Îtilaata Urmiyê bi rêya telefonê ji malbatê re ragihand ku Mame cem wan e.  
 
Ev yek di demekê de ye ku malbatê ti pêwendî û hevdîtin bi Osman Mame tunebûne û hêzên Wezareta Îtla`atê jî di vê pêwendiyê de ji malbatê re negotin ku Mame li kuderê ye. Ev jî bûye sebeb ku malbat ji tenduristî û jiyana vî girtiyê siyasî dilgiran bin. 
 
Osman Mame di 27’ê Xezekwera sala 1401’an de, di serhildana şoreşgerî ya Jin Jiyan Azadî de li Bokanê piştî ku ji mala xwe derket bû, winda bûbû û li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev welatiyê temen 55 salî ji ber teqeye hêzên serkutka birîndar bûbû û hatibû binçavkirin. 
 
Osman Mame kurê Hesen e û di 12’ê Cozerdan sala 1347’an a Rojî de ji dayîk bûye.