Bokan; Nasir Elîpûr piştî danîna barimteyê hat berdan

00:57 - 16 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 26’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Nasir Elîpûr” xelkê gundê “Daşbend” a ser bi bajarê Bokanê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Ev welatiyê han bi danîna barimteya 250 milyon Tûmenî heta dawîhatina dozê bi awayekî demkî ji girtîgeha Bokanê hatiye azadkirin. 
 
Sibeha roja Pêncşemî 28ê Rêbendanê, ev welatiyê han bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hate binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Bokanê veguhastin. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirinê û tohmetbarkirina Nasir Elîpûr de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.