Nexede; Îbrahim Resûlpûr salek hepsa tezîrî lê hat birîn

00:55 - 16 Şibat 2024

Welatiyekî Kurd bi navê “Îbrahîm Resûlpûr” xelkê Nexede ji aliyê taya 103 a dadgeha tawanan a vî bajarî bi serperestiya dadwer “Hicazî” bi salek hepsa te`izîrî hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê Resûlpûr bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” tohmetbar kir û roja Sêşemî 24ê Rêbendanê ev biryar da. 
 
Roja 12ê Rêbendanê demjmêr 6ê sibê hêzên ewlehiyê bi ser mala Îbrahîm Resûlpûr de girtin û bêyî ku biryara dadgehê nîşan bidin ew binçav kirin. 
 
Ev welatiyê han piştî lêpirsînê ji girtîgeha ewlehiyê bo girtîgeha Nexede hate veguhastin.