Avdanan; Ji bo Fatima Şêxî salek cezayê giran ê girtîgehê hat birîn

21:32 - 14 Şibat 2024

Fatima Şêxî welatiya bajarê Avdanan ji aliyê taya 101 a dadgeha Tawan a hejmara 2 a vî bajarî bi serokatiya dadwer “Mihemed Qulamî” bi salek heps hat cezakirin. 
 
Li gor biryara ku hatiye dayîn, Xanim Şêxî bi tohmeta “heqareta li pîrozbahiyên Îslamê” li gor madeya 18 a yasaya sizaya îslamî û madeya 2 ya yasaya kêmkirina sizayan bi salek heps hatiye cezakirin. 
 
Dadgehê bi amajekirin bi madeyên 40, 46, 47, 48, 49, 52 û 54 a yasaya sizaya îslamî, beşa giştî, hukmê hepsa wê welatiyê bo heyama du salan, sivik ragirtî ragihand. 
 
Civîna dadgehîkirina Fatima Şêxî di 18’ê Rêbendanê de li taya 101’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a 2 a Avdananê hat lidarxistin û roja Sêşemê 23’ê Rêbendanê jî hat ragihandin. 
 
Roja Çarşemî 1ê Xermanabê ev keça ciwan a Kurd bo taya duyem a dozgeriya Avdananê hatibû gazîkirin û piştî eşkere kirina tohmetên han bi danîna barimteyê hate azadkirin. 
 
Fatima Şêxî keça Nûrala ye û di 21ê Xezelwera 1380an de ji dayîk bûye.