Qorve; Secad Melikşahî piştî vexwandina xelkê ji bo beşdarînekirina di hilbijartinan de hat binçavkirin

21:31 - 14 Şibat 2024

Êvariya roja Duşemî 23ê Rêbendanê, welatiyê bajarê Qorve yê bi navê Secad Melikşahî piştî vexwandina xelkê ji bo beşdarînekirina di hilbijartinan de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û ew binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Melikşahî piştî belav kirina kilîpek li ser torên civakî, li derheq beşdarînekirina xelkê di hilbijartinên Reşemeya 1402an de hat binçavkirin. 
 
Di vê vîdyoyê de Secad Melikşahî daxwaz ji xelkê dike ku xwe ji beşdariya di hilbijartinan de dûr bixin û dengdan jî wek “îxanet” da zanîn. 
 
Secad Melikşahî xwediyê dukana “One Market” li Qorve de ye. 
 
Heya dema bekav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq rewş û çarenivîsa vî welatiyê han de berdest nîne.