Li Kamiyaran û Sine 2 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

05:26 - 14 Şibat 2024

Roja Sêşemî 24ê Rêbendanê welatiyê bi navê “Hisên Said Moçişî” xelkê bajarê “Moçiş” a ser bi Kamiyaran û “Mistefa Zahirzihor” çalakvanê medenî yê xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du welatî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li malên xwe hatin binçavkirin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser wan her du welatiyên Kurd de tine. 
 
Wêne ji rast ber bi çep: Hisên Said Moçişî û Mistefa Zahirzihor