Li bajarê Dîwandere welatiyek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

23:20 - 13 Şibat 2024

Roja Sêşemî 24ê Rêbendanê welatiyekî Kurd bi navê “Kawe Çûpanî” xelkê Dîwandere ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, demjimêr 10ê sibeha roja Sêşemî ev welatiyê han dema ku gihîşte cihê karê xwe (paqijkirina otomobîlan) li ser rêya peravê, ji aliyê 5 hêzên ewlehiyê ve bêyî biryara dadgehê hatiye binçavkirin. 
 
Kawe Çûpanî yê temen 38 salî kurê Mihemed Salih zewicî ye û keçeke wî ya bi navê “Karîn” a temen 5 salî heye. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser  Çûpanî de ti agahî tine ne.