Li navçeya Somarê di encama teqîna mînekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

15:14 - 13 Şibat 2024

Roja Duşemî 23`ê Rêbendanê, welatiyekî bi navê “Îrec Mehmûdî” kurê Esed xelkê gundê “Vîjnan” a ser bi bajarê Gîlanxerbê ku bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bibû, canê xwe ji dest da. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bi sedema birîna giran a di encama teqîna mînekê de, li nexweşxaneya Îlamê canê xwe ji dest da. 
 
Roja Sêşemî 17ê Rêbendanê piştî nîvro, bi sedema teqîna mînekê li devera “Bansarat” a ser bi herêma Somarê, Îrec Mehmûdî ligel du welatiyên din bi giranî ji dest, ling, ser û çavan xwe de birîndar bibûn.