Kamiyaran; Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

18:44 - 12 Şibat 2024

Roja Duşemî 23`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Yasir Husêynî” yê xelkê Kamiyaranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev ciwanê kurd yê temen 25 salî, bêyî nîşandana belgeya dadgehê û bi lêdanê li cihê karê wî de binçav kirine. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebaba binçavkirin û tohmetên li dijî Yasir Husêynî de ti agahî nehatine bidestxistin.