Li ser sînorê Bane kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

09:40 - 12 Şibat 2024

Êvariya roja Yekşemî 22’ê Rêbendanê, kolberekî ciwan yê bi navê “Şîvan Sehîhî” xelkê gundê “Bilke” ya ser bi bajarê Bane, li sînorê “Sardab”a vî bajarî, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê wî kolberî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane hat veguhastin û piştre radestî malbata wî hat kirin. 
 
Şîvan Sehîhî yê temen 20 salî û kurê Hîwa ye.