Pexişan Ezîzî li Serdozgeriya Ewlehiyê ya Êvînê bi têgihandinê hat cezakirin

03:40 - 12 Şibat 2024

Pexişan Ezîzî, çalakvana Kurd û girtiya siyasî ya berê ya Mehabadê, ji aliyê taya 5 a lêkolînê ya Serdozgeriya Ewlehiya Êvînê ve bi tohmeta “endamtiya di nav girûpên opozisyona welat” de hatiye tohmetbarkirin. 
 
Li gor çavkaniyej agehdar, di rojên derbasbûyî de, civîna dadgehê ya lêpirsîn ji wê çalakvana Kurd li şaxa 5 a lêkolînê ya serdozgeriya Ewlehiya Êvînê birêve çû û dosyeya wê bi serpereştiya dadwer Îman Efşarî bi derxistina îdianameyê bo taya 26 a dadgeha Şoreşa Tehranê hat şandin. 
 
Di meha Sermaweza îsal de piştî çar mehan ji lêpirsînê, Pexişan Ezîzî ji benda 209 a girtîgeha Êvînê bo beşa jinan a vê girtîgehê hatibû veguhastin. 
 
Ev derçûya karûbarê civakî, roja 13’ê Gelawêja îsal ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tehranê ve hatibû binçavkirin û bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. 
 
Roja Çarşemî 17’ê Xezelwerê, malpera “Bê tawan” a ser bi Wezareta Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê, ragihand ku, Pexişan Ezîzî, Varîşe Murandî û Sîrwan Mihemedrizayî bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê de” binçavkirine. 
 
Varîşe Muradî naskirî bi (Ciwana Sine) çalakvana jin a Kurd, roja Sêşemî 10ê Gelawêja îsal, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sine ve hatiye binçavkirin û ji aliyê taya 5 a serdozgeriya Giştî û Şoreşa Tehranê ve, bi tohmeta “Bexî” hate cezakirin. . 
 
Her wiha roja 25’ê Xezelwera 1388’an a Rojî, di çalakiya protestoyî ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê li dijî bidarvekirinên siyasî yên li Kurdistanê de, Pexişan Ezîzî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û piştî çar mehan ji binçavkirina demkî, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin. 
 
Ev çalakvana jin a Kurd piştî demekê ji Îranê derketibû û di salên borî de li Herêma Kurdistana Iraqê mabû.