Urmiye; Hunermendê navdar ê Kurd Şoreş Ebûbekrî bi danîna barimteyê hat berdan

23:41 - 9 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 12’ê Rêbendan a 1402’an, Şoreş Ebûbekrî hunermendê naskirî yê xelkê bajarê Serdeştê naskirî bi “Şoreswar” ji yek ji navendên ewlekarî yên Urmiyê bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta bidawîhatina dozê bi awayekî demkî hate azadkirin. . 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev hunermend bi “têk dana hizra giştî” hatiye tometbarkirin. 
 
Şoreş Ebûbekrî di nîvê şeva 18’ê Befranbar a sala 1402’an de, bi êrîşa çekdarî ya hêzên ewlehiyê, bêyî nîşandana belgeya dadgehê hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
 Ebûbekrî di warê wêje û hunerê de çêker, pêşkêşkar, têl û stranbêjekî Serdeştî yê navdar e. Li Serdeştê dibistaneke wî ya muzîkê ya bi navê “Avay Kurd” hebû ku 6 salan beriya niha iznnameya wê hatiye betalkirin. 
 
  Ev hunermendê Kurd di dawîn vîdyoya xwe de ku rojek berî binçavkirinê li ser rûpela xwe ya Instagramê bi zimanê Kurdî belav kiribû, behsa rêgirtin û rêgirtinên hikûmetê bo rêgirtin li çalakiyên xwe yên di warê huner û wêjeya Kurdî di du deh salên borî de dike.