Dilşad Mihemedî piştî danîna barimteyê hat berdan

23:40 - 9 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 12’ê Rêbendana 1402’an, Dilşad Mihemedî welatiyê xelkê bajarê Serdeştê piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bi awayekî demkî azad bû. 
 
Piştî binçavkirinaa vî welatî, Usman Mo`ezin parêzerê paye yek ê dadweriyê di nameyekê de bo dozgeriya Serdeştê daxwaza berevanîkirina welatîbûn û mafên rewa yên wî kiriye. 
 
 Mihemedî sibeha roja Duşemî 18’ê Befranbarana 1402’an, bê biryara dadgehê û bi lêdanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlekarî ya Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.