Dêhgolan; Du welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

09:29 - 8 Şibat 2024

Roja Çarşemî 18ê Rêbendanê, 2 welatiyên Kurd bi navên “Zubeyr Hisên Penahî” û “Ebbas Hisên Penahî” xelkê gundê “Qaroçaî” a ser bi Dêhgolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin. 
 
Li gor çavkaniye agehdar, hêzên ewlehiyê li bajarê Dêhgolanê bêyî nîşandana belgeya dadgehê û bi tundûtûjiyê ev du welatî binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev du welatî bo hevdîtina malbata Mihemed naskirî bi (Hejîr) Feramerizî girtiyê siyasî yê bidarvekirî serî li bajarê Dêhgolanê dabûn. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê rewş û çarenivîsa wan her du welatiyên Kurd li ber dest nîne. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Zubeyr û Ebbas Hisên Penahî