Welatiyekî Kurd piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedê hat berdan

09:28 - 8 Şibat 2024

Roja Çarşemî 18ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Selam (Şahîn) Azerî” temen 40 salî xelkê Neqdeyê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî bi awayekî demkî azad bû. 
 
Roja Şemî 27’ê Xezelwerê, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser cihê karê vî welatiyê han û ew binçav kirine. 
 
Piştî binçavkirina Azerî, hêzên ewlehiyê avêtin ser mala wî ya şexsî û lêgerîn kirin. 
 
Ev welatiyê Kurd piştî proseya lêpirsînê ji girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirinê û tohmetên Selam Azerî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.