Li girtîgeha Urmiyê girtiyek hat îdamkirin

10:56 - 2 Şibat 2024

Sibeha roja Çarşemî 11 ê Rêbendanê, li Urmiye, girtiyê bi navê “Mehdî Azeryûn” li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate îdamkirin. 
 
Roja Sêşemî 10’ê Rêbendanê ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina hukmê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han pêştir bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta dema belav bûna nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.