Li girtîgeha Hemedanê girtiyek hat îdamkirin

06:53 - 5 Kanûna Paşîn 2024

Serê sibê roja Pêncşemî 14ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Se`îd naskirî bi (Elî) Muradiyan” yê xelkê bajarê Kengawer a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Girtîgeha Navendî ya Hemedanê hat îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve, cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.