Wefa Resûlî Azer ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexede veguhastin

06:52 - 5 Kanûna Paşîn 2024

Roja Sêşemî 12’ê Befranbarê, Wefa naskirî bi (Ebdullah) Resûlî Azer yê temen 22 salî, kurê Hisên xwenîşanderê xelkê Pîranşarê, ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin. 
 
Ev xwenîşander di Banemera sala 1402’an de ji aliyê taya 102’an a dadgeha tawanan a Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Riza Qehremanî Saetlû” bi tohmeta bi derbaskirina 11 meh û 16 roj heps hatibû cezakirin. 7 meh û 16 roj cezayê girtîgehê bi îdiaya "guhdariya rayedarên dewletê" û 7 meh û 16 roj cezayê girtîgehê û 40 qamçiyan li cihekî veşartî û dûrî çavê raya giştî û ji bilî ser, rû û endamên nepenî,bi îdiaya "beşdarbûn û têkdana ewlehiya giştî" hatiye cezakirin. 
 
Wefa Resûlî Azer xelkê Pîranşarê, sibeha roja Çarşemî 28ê Befranbara 1401an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Piştî du mehan, ev xortê Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin û roja Înê 8ê Banemara 1402an, bi danîna barimteyê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.