Sine; Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

06:51 - 5 Kanûna Paşîn 2024

Roja Çarşemî 13ê Befranbarê welatiyekî Kurd bi navê “Arman Mênberî” xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bêyî nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê wî de binçavkirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî bidûreçûna malbata Mênberî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe, haydar bûne ku Arman ji bo lêpirsînê li girtîgeha Îtla`ata Sine de ye. 
 
Arman Mênberî temen 22 salî kurê Luqman û Qediriye ye. 
 
Heya niha bi belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.