Bane: Ji ber lêdana leşkerên dewletê kolberek bi giranî birîndar bû

19:23 - 31 Kanûna Paşîn 2024

Roja Sêşemî 10`ê Rêbendanê, kolberek temen 30 salî bi navê “Bêhnam Şerîfiyan” xelkê Seqizê di encama lêdana hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane bi tundî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev kolber ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve li ling, navteng, pişt û rûyê xwe rastî lêdan hatiye û bi giranî birîndar bûye. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Ev kolber niha li nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane bo çareseriya pizîşkî razayî ye. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi çeka Kelaşnîkof derbên dijwar li laşê vî kolberî xistine. 
 
Vê çavkaniya haydar got: Ev kolber bi çav û destên girêdayî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatiye lêdan. 
 
Bêhnam Şerîfyan zewicî ye û zarokek wî heye.