Bokan; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

21:49 - 30 Kanûna Paşîn 2024

Roja Şemî 7’ê Rêbendanê welatiyekî Kurd bi navê “Emîr Beşat” xelkê gundê “Îbrahîm Ava” ya Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û bi tundûtîjî û lêdanê ev binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha bidûreçûna malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 
 
Emîr Beşat 30 salî ye, kurê Resûl, zewicî ye û sê zarokên wî hene. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser vî welatî tine.