Museyêb Fetah Bêygî ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Îlamê hat veguhastin

06:51 - 5 Kanûna Paşîn 2024

Roja Çarşemî 13`ê Befranbarê, welatiyê Kurd bi navê “Museyêb Fetagbêygî” xelkê Îlamê, piştî gazîkirina bo taya sêyem a dozgeriya Giştî û Şoreş a vî bajarî, hat binçavkirin û ji bo cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgeha Îlamê hat veguhastin. 
 
Ev welatiyê Kurd pêştir bi tohmeta “beşdarî di xwenîşandanên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî” de ji aliyê dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi Du sal û şeş meh heps hatibû cezakirin. 
 
Museyêb Fetahbêygî di Sermaweza sala 1401’an de di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de hatibû binçavkirin û piştî çend mehan lêpirsînê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Îlamê bi awayekî demkî hatibû azadkirin. 
 
Ev welatî di 9’ê Berfanbara 1364’an de ji dayîk bûye.