Cezayê îdamê yê girtiyekî li girtîgeha Qizilhisar ya Kerecê bi rê ve çû
18:23 - 28 Kanûna Paşîn 2024
Sibeha roja Yekşemî 8’ê Rebendanê, girtiyê bi navê “Mihemedriza XQorbanî” ku pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdamkirin.
Ev girtiyê han roja Şemî 7ê Rêbendanê ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhisarê hatibû veguhastin.
Mihemedriza Qorbanî xelkê bajarê Aavdanan a ser bi parêzgeha Îlamê, 5 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.