Li ser sînorê Merîwanê bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê kolberek birîndar bû

18:22 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Êvariya roja Şemiyê 7’ê Rêbendanê, kolberek bi navê “Zaniyar Feyzî” xelkê gundê “Almane” ya ser bi bajarê Merîwanê li sînorê vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê li sînorê "Sawcî" ya Merîwanê rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Ev kolberê han ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Sine hatiye veguhastin. 
 
Zaniyar Feyzî zewicî ye û du zarokên wî hene.