Li sînorê “Bestam” a Seqizê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin

00:38 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Roja Şemiyê 7’ê Rêbendanê, kolberekî bi navê “Mensûr Mihemednejad” xelkê Seqizê, li sînorê “Bestam” a vî bajarî, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberê Kurd. 
 
Ev kolber ji ber guleyek li pişta wî ket mir. 
 
Mensûr Mihemednejad xelkê gundê “Cinyan”a Seqizê ye. 
 
Li gor amarên tomar kirî li navenda amara Kurdpa yê, ji sala 2012an heya sala 2023an, bi giştî 2206 kolber li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.