Li Bokanê welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

09:11 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Înê 6’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Farûq Husênî” kurê Mamosta Seyîd Ehmed xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, demjimêr 1ê piştî nîvroya roja Înê, hêzên ewlekarî bêyî nîşansana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê han û bi tundûtûjiyê ew binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê piştî lêgerîna malê, dest danîn ser telefon û kompûtera Husênî û birine. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.