Ji ber giraniya birînên guleyan lingê kolberekî qut kirin

09:11 - 27 Kanûna Paşîn 2024

Roja Çarşemî 4ê Rêbendanê, kolberekî temen 24 salî ê bi navê “Cewher (Mihsen) Ferecî” xelkê bajarê Seqizê ku ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Tehranê hatibû veguhastin, bi sebeba giraniya birînên guleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê, lingê xwe yê çepê ji dest da. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, pijîşkan neçar bûne lingê çepê yê wî kolberî, ji ber îltihabatê, qut bikin. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kolber 5 caran li nexweşxaneya “Xomêynî” a Urmiyê û du caran jî li Tehranê hatiye neştergerîkirin. 
 
Êvariya roja Yekşemî 24’ê Befranbarê, ev Kolber li sînorê “Hengejale” ya ser bi bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve bi tundî birîndar bibû. 
 
Cewher Ferecî kurê Cemîl û xelkê gundê “Dewlet Qela”yê ye.