Li Pîranşarê 3 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

13:52 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Duşemî 2’ê Rêbendanê, 3 welatiyên Kurd yên bi navên “Şiwane Xizrinjad” kurê Murad, “Ehed Xizrinjad” kurê Silêman û “Selah Xizrinjad” kurê Murad xelkê gundê “Girde Bin” a ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.  
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ew her sê welatî binçavkirine û piştre bo cihekî nediyar veguhastine. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her sê welatiyên Kurd tine. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Selah, Ehed û Şiwane Xizrinjad