Kolberek li devera “Tîlor” a Şûşmî ya ser b Pawe ji aliyê hêzên sînor ên Iraqê ve hat kuştin

13:05 - 23 Kanûna Paşîn 2024

Roja Duşemî 2ê Rêbendanê, kolberekî bi navê “Hoşyar Mehmûdî” kurê Îskender xelkê gundê “Şimşîr” a ser bi bajarê Paweyê, li devera “Tîlor” a ser bi devera Şûşmî ya ser bi Pawe, bi sebeba teqeya hêzên sînorî yên Iraqê, xwe hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar termê vî kolberî bo temamkirina lêkolînan bo pizîşkiya parêzgeha Kirmaşanê hatiye veguhastin. 
 
Di vê bûyerê de kolberek din jî ji aliyê hêzên sînorî yên Iraqê ve hatiy birîndarkirin ku heya niha nasnameya wî ji bo Kurdpa nehatiye diyarkirin. 
 
Hoşyar Mehmûdî 38 salî ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.