Li Bokanê 3 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçav kirin

10:09 - 22 Kanûna Paşîn 2024

Sê welatiyên Kurd bi navên “Mistefa Samî”, “Hejar Ehmedî Azer” û “Sîrvan Sipêhrî” xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, sibeha roja Çarşemî 27ê Befranbarê, Mistefa Samî û Sîrvan Sipêhrî bêyî nîşandana belgeya dadgehê li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Sibeha roja Pêncşemî 28`ê Befranbarê, Hejar Ehmedî Azer temen 52 salî, xelkê gundê Naçît, bêyî nîşandana belgeya dadgehê li mala xwe de hate binçavkirin. 
 
Ev welatiyên han bi tundûtûjiyê hatin binçavkirin û telefonên wan ên destan û hinek kelûpelên wan ên şexsî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dest li ser hat danîn 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û, tohmet û çarenivîsa van her sê welatiyan tine.