Li sînorê Newsûdê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

01:47 - 21 Kanûna Paşîn 2024

Êvariya roja Şemî 30’ê Befranbarê, kolberekî bi navê “Sadiq Mîrzayî” xelkê gundê “Dihtot” a ser bi bajarê Cinwanroyê, li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li sînorê Newsûdê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane wî kolberî. 
 
Termê vî kolberî bo nexweşxaneya Newsûdê hatiye veguhastin û tê gotin ku di vê bûyerê de hejmarek kolberên din jî birîndar bûne. 
 
Ev kolberê han zewicî ye û du zarokên wî hene.