Nexede; Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

23:32 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Înê, 29ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Azad Benderî” xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, sibeha Înê demjimêr 4:00 sibeha Înê, hêzên ewlekarî bêyî nîşandana belgeya dadgehê bi lêdan, ev welatiyê han di mala şexsî ya wî de binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heta niha bidûeeçûna malbata vî welatî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 
 
Ev welatiyê Kurd zewicî ye û sê zarokên wî hene. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Azad Benderî de ti agahî nehatine bidestxistin.