Sine; Parêzer û parêzvana mafên jinan Gulale Vetendost 6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

23:31 - 20 Kanûna Paşîn 2024

Parêzer, çalakvana mafên jinan û yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ya xelkê bajarê Merîwanê û rûniştiya bajarê Sine, Gulale Vetendost, bi 6 sal û 7 meh hepsa ragirtî hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Taya yekem a dadgeha Şoreşê ya Sine bi serokatiya dadwer "Keremî" xanim Vetendost bi tohmeta weke kiryar li dijî ewlekariya neteweyî bi rêya avakirin an birêvebirina girûp û rêxistinan, komkirin û lihevkirina li dijî ewlekariya nîştimanî, propaganda li dijî hikûmetê, 6 sal ceza da û şantajkirina dewletê jî 7 meh hepsa ragirtî ceza kir. 
 
Di dawiya Xermanana sala 1402’an de, civîna dadgehê li ser tohmetê wê parêzerê, li taya navborî hate lidarxistin. Niha jî dosyeya Vetendost piştî nîşandana nerazîbûnê bo Dadgeha Şoreş hatiye şandin. 
 
Xanim Vtendost di 11ê Rezbera sala 1401an a Rojî de, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de li Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştire di 27’ê Rebera sala 1401’an de, bi danîna barimteya  1 milyard Tûmenî, ji girtîgeha Sine hatiû azadkirin. 
 
Her wiha di 4’ê Reşemeya sala 1399’an a Rojî de Gulale Vetendost ji ber ku di torên civakî de ji bo parastina mafên jinan malzemeyek belav kiribû, ji bo Îtlaata Merîwanê hatibû gazîkirin û lêpirsîn lê hatibû vekirin.