Pîranşar: Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
22:23 - 19 Kanûna Paşîn 2024
Êvariya roja Duşemî 25’ê Befranbarê welatiyek bi navê “Rêbaz Mihemedî Muqedem” xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî ciwanê temen 22 salî de girtine û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew binçav kirine.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê dest danîn ser telefon a vî welatî û endamên malbata wî û birine.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq binçavkirin û tohmetên li ser Rêbaz Mihemedî Muqedem de ti agahî nehatine bidestxistin.