Arman Mênberî bo Girtîgeha Navendî ya Sine hat veguhastin

04:18 - 19 Kanûna Paşîn 2024

Roja Çarşemî 27’ê Befranbarê welatiyekî Kurd bi navê “Arman Mênberî” ji girtîgeha Îtlaata Sine bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin. 
 
Roja Çarşemî 13ê Befranbarê, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bêyî nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê wî binçav kirin. 
 
Arman Mênbarî yê 22 salî û xelkê bajarê Sine ye, kurê Luqman û Qadiriye ye. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê li derheq binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.