Bokan; Binçavkirina du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

04:17 - 19 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Pêncşemî 28ê Befranbarê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Nasir Elîpûr” xelkê gundê “Daşbend” a ser bi bajarê Bokanê û “Rêbwar Kohgerd” bajarê xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirn. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev du welatî binçavkirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev du welatiyên Kurd bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Bokanê hatin veguhastin. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên van her du welatiyan de ti zanyariyek tine. 
 
Wêne: Rêbwar Kohgerd