Li girtîgeha Hemedanê girtiyek hat îdamkirin

04:16 - 19 Kanûna Paşîn 2024

Roja Çarşemî 27ê Befranbarê danê sibê girtiyê bi navê “Celîl Silêmanî” yê xelkê bajarê Kengawerê li Girtîgeha Navendî ya Hemedan hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê, roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, bo odeya takekesî ya girtîgeha Hemedanê hatibû veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girt sê salan berî niha bi tohmeta “Kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Celîl Silêmanî xelkê Kengawerê ye û li bajarê Tûysirkanê dijî. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.