Berdewamiya binçavkirin û bêçarenivîsoya Mihemedtahir Hisênpûr li girtîgeha Nexedê

01:46 - 4 Kanûna Paşîn 2024

Mihemedtahir Hisênpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê, tevî derbasbûna zêdetir ji çar mehan li ser binçavkirina wî, heya niha di girtîgeha Nexede de hepsiye. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, ev welatiyê han ji mafê hebûna parêzer hatiye bêparkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hisênpûr piştî 40 rojan ji lêpirsînê ji girtîgeha ewlehiyê bo girtîgeha Nexedê hatiye veguhastin. 
 
Sibeha roja Çarşemî 1ê Xermananê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê Kurd û ew binçav kirin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina Mihemedtahir Hisênpûr de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin. 
 
Di meha Rezbera sala 1400’an de, bi tohmeta “wêrankirin mal û milkên giştî” û “beşdarbûna di xwenîşandanên li meha  Gelawêjê ya sala 1400’an de” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Nexedê ve, Husênpûr bi 15 meh heps hatibû cezakirin. 
 
Ev welatiyê Kurd li roja 25’ê Gelawêja 1400’an bê biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin.