Girtîgeha Urmiyê; Girtiyê ku cezayê jêkirina tiliyên wî lê hatibû birîn, xwe kuşt

04:14 - 19 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Çarşemî 27ê Befranbarê, Emîr Şehbazî, girtiyê ku cezayê qutkirina tiliyan lê hatibû birîn di odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê de,  bi vexwarina heban dawî bi jiyana xwe anî. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, ev girtiyê temen 37 salî yê xelkê bajarê Urmiye, bi sebeba xwarina hevan û dereng şandina wî bo nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Emîr Şehbazî roja Sêşemî 26ê Befranbarê bi biryara encûmena ewlehî ya girtîgeha Urmiyê bi hinceta “dîtina telefona destan” bo odeya takekesî hatibû veguhastin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev girtiyê han ku cezayê qutkirina tiliyan lê hatibû  birîn, ji berpirsên girtîgehê re gotiye, eger bo hucreya takekesî were veguhastin, dê xwe bikuje. 
 
Emîr Şehbazî di sala 1395`an de bi tohmets “diziyê” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dadgeha cezayan ya Urmiyê ve, cezayê qutkirina 4 tiliyên destê wî yê rastê hatibû lêhatibû birîn.