Welatiyekî Kurd ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin

17:44 - 17 Kanûna Paşîn 2024

Roja Şemî 23’ê Befranbar, welatiyekî xelkê gundê “Likbin” a ser bi bajarê Pîranşarê, Omîd Ehmedreş piştî ku ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo taya yekem a dozgeriya Giştî û Şoreşê ya vî bajarî hatibû gazîkirin, û her wir bo girtîgeha Nexedê veguhastin. 
 
Ev welatiyê han pêştir bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi 15 meh heps hatibû cezakirin. 
 
Ev welatiyê Kurd di meha Tîrmeha sala 1402’an a Rojî de, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehî ve hateibû binçavkirin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bi danîna barimteyê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.