Li girtîgeha Îlamê girtiyek hat îdamkirin

17:34 - 17 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 26`ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Muhsen Mêhrî” kurê Qilam Elî xelkê Îlamê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê han 5 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.