Li Pîranşarê welatiyekî din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

19:58 - 16 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 26ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Bêhzad Mihemedî” temen 30 salî, kurê Murad xelkê gundê “Qirûçave” a ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê kurd binçavkirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Bidûreçûna malbata Mihemedî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam bûye. 
 
Bêhzad Mihemedî zewicî ye û zarokek wî heye. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser vî welatî tine. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Sêşemî 26ê Befranbarê, welatiyekî din ê Kurd yê bi navê “Selah Osmanî” xelkê gundê “Xerape” û xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.