Girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê li girtîgeha Hemedanê hat îdamkirin

19:53 - 16 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 26ê Befranbar girtiyê bi navê “Ekram Kerîmpûr” kurê Omer xelkê bajarê Seqizê, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê temen 40 salî, roja Yekşemî 24ê Befranbarê, ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha bajarê Hemedanê hatibû veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê han 3 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Ev girtî zewicî ye û du zarokên bi navê Akam û Atêna hene. 
 
Heta dema belavbûna nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.